Mesrûr Barzanî: Em dixwazin buhayê yekîneyên bicihbûnê ji bo kiryaran guncaw be

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, ji bo hevkariya bi kesên ku cara yekem yekîneya bicihbûnê dikirin, bi 332 milyon Dolar weberhênanê di projeyên nişticihbûnê li Herêma Kurdistanê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, ji bo hevkariya bi kesên ku cara yekem yekîneya bicihbûnê dikirin, bi 332 milyon Dolar weberhênanê di projeyên nişticihbûnê li Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Twittera xwe belav kir, “Hikûmet dixwaze buhayê yekîneya bicihbûnê ji bo kesên ku ji bo cara yekem yekîneyên niştecîbûnê dikirin, guncaw be, Ji ber vê yekê em li seranserî Herêma Kurdistanê projeyên niştecîbûnê weberhênan dikin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, hejmara van projeyan 42 projeyên bicihbûnê ne, bi budceya 332 milliyon Dolaran e.