Şêwekar: Çanda kirîna tabloyan li Kobaniyê nîne

Şêwekarên Kobaniyê ji bo debara jiyana xwe neçar in karekî din bikin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekarên Kobaniyê gilî û gazincan ji nebûne çanda kirîna tabloyan dikin. Şêwekar dibêjin, ew nikarin xwe ji xêzkirinê re vala bikin û ji xwe re bikin pêşeya debara jiyanê. Loma ew pir caran dûrî hunera şêwakariyê dikevin û li dahateke din digerin.

Hajra îsa şêwekareke ciwan a Kobanê ye. Di jiyana xwe de girîngiya herî zêde dide hunera şêwekariyê, lê ji ber ku xerçkiriyên vê hunerê ji caw û reng û firçeyan pir e, ew neçar dimîne ku karekî din bike.

Hajra dibêje, ew karê mamosteyê jî dike, da ku xerckiriyên xwe derxe. Ew yek jî ji bilî ku karîn û enrjiyê wê kêm dike, wê ji xêzkirinê dûr dixe û bi vê yekê jî behreyê wê lawaz dibe.

Piraniya şêwekarên bajarê Kobanê nikarin demên  xwe ji bo şêwekariyê vela bikin. Ew dûrî rang û tabloyan, di pêşeyên din de kar dikin.

Şêwekar Mihemed Şehîn dibêje, pirsgirêga herî mezin li deverê, nebûna çanda kirîna tabloyan e. Şêwekar neçar e li dahateke din bigere, da ku dabara jiyana xwe bike û bikaribe di şêwekariyê de berdewam bibe.

Di çand salên dawiyê de, hejmara şêwekaran ji nifşên nû li bajarê Kobanê pir bûye û gelek pêşengeh li bajêr hatin lidarxistin. Tevî ku xelk girîngiyê bi wan didin jî, lê kêm tebloyên wan dikirin.