36 sal bi ser koça dawiyê ya Cegerxwîn re derbas dibin

Seydayê Cegerxwîn li pişt xwe berhemeke dewlemed ji helbest, ferheng û çîrokan hîşt.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 22ê Cotmeha sala 1984an li Stocholmê Paytexta Siwêd, nivîskar û Helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn koça dawiyê kiribû. Seydayê Cegerxwîn li pişt xwe berhemeke dewlemed ji helbest, ferheng û çîrokan hîşt. Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir. Ji ber karê xwe yê siyasî jî, çend caran ji rojavayê Kurdistanê derketiye.

 

Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê

Bi navê Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê

Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê

Jîna xwe min diborand, paşê ji wê me da rê

Seyda Cegerxwîn di wêjeya kurdî de xwediyê roleke mezin bû. Bi mamosteyê edebiyata kurdî jî hatiye binavkirin.

Di sala 1920an li dîbistana olperestî xwend û ji bo xwendinê, çend salan li Kurdistana Iraq, Kurdistana Îran û Kurdistana Sûriyê geriyaya û ji nêzîk ve rewşa miletê kurd li parçeyên Kurdistanê şopand.

Seyda li sala 1927'an jiyana hevjîniyê ligel  keça xalê xwe pêk anî û li Amûdê bicih bibûn. Sala 1928 yekem dîwana xwe nivîsand ku tê de behsa jiyana xwe jî kir.

Cegerxwîn û hevalên xwe li sala 1937-1938'an komeleya ciwanan li bajarê Amûdê vekirin, lê wê demê fransiyan girt. Sala 1946an Cegerxwîn mala xwe bir Qamişlo û dest bi jiyana siyasî kir û bi komeleya Xweybûn re kar kir. Di wê salê de bi hevalên xwe re Civata Azadî û Yekîtiya Kurd avakirin. Dr. Ehmed Nafiz serok wê bû û Cegerxwîn jî sekreterê wê bû.

Seyda ji sala 1946 heta sala 1973 jiyana xwe di navbera Kurdistana Sûriyê, Kurdistana Iraqê û Libnanê de derbas kir. Gelek caran ji ber kar û xebata xwe ya siyasî, ji aliyê rijîma Sûriyê ve hatiye girtin. Ji ber gufaşên zêde yên desthilata Sûriyê, neçar ma di sala 1979an de koçî welatê Siwêdê  bibe û jiyana xwe li wir derbas bike.

Cegerxwîn roja 22 Cotmeha sala 1984an li Stokholmê koça dawiyê kir û li pişt xwe berhemeke dewlemend ku ji 8 dîwanên helbestê û 11 pirtûkên ku behsa dîrok û ferhenga kurdan dike pêk tê, li pişt xwe hîşt. Herweha nêzîkî 29 pirtûkên wî yên din jî hene, lê hîn nehatine çapkirin. Gelek hunermendên kurd helbestên wî kirine sitran, ya herî bi navûdeng jî “Kî Me Ez” ku hunermend Şivan Perwer straye.

Helbestvanê gewre Cegerxwîn di jiyana xwe de li ser gelek tiştan rawestiye û nivîsiye. Bang û hawarên wî her tim ji bo yekîtiya kurdan û azadiya Kurdistanê bûn. Di helbestên xwe de behsa her tiştî kiriye, ziman, dayik, welat, jin, jiyan, evîn, xebat û têkoşînê û li ser hejar û dewlemendan jî nivîsanisye. Lewma gotin û helbestên wî li ser zimanê her kurdekî ne.