Li Tirkiyê hejmara pêketina koronayê zêde dibe

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 584 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 584 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 22yê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2102 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 355 hezar û 528 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1581 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 310 hezar û 29 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2102 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran 1599 e. Ji bo xebatkarên me yên tendirustiyê qada herî girîng a têkoşînê, bi tedawîkirina nexweşên giran kêmkirina hejmara wan e. Erkê me ji vê jî hêsantir e. Di serî de bi maskan, bi pabendbûna tedbîran, piştevaniya têkoşînê bikin.”