Li gundê Şêranê yê Kobanî hê jî aş savar û ard dihêre

Berî 72 salan, bavî wî ev aş ava kir ku li gundê Şêranê yê rojhilatê başûrê bajarê Kobanî yekemîn aş bû.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) - Berî 72 salan, bavî wî ev ava kir ku li gundê Şêranê yê rojhilatê başûrê bajarê Kobanî yekemîn aş bû. Apê salih ku temenê wî 58 salî ye, ji temenê xwe yê 15 salî ve di vî aşî de ligel bavê xwe kar dikir.

Apê Salih dibêje ku aş jêdera wan a aborî ya sereke bû, lê di van salên dawî de, karê wî pir kêm bûye û tenê salê 3 mehan di mûsimê de ji bo nişteciyên gundê Şêranê birxul dihêre û carinan jî ji bo hêrandina ardê genim û garis ew deriyê aş vedike.

Herwiha Apê Salih dibêje ku berdewamiya karê wî di aşê bavê xwe de hezkirin e, ku derûniya wî rehet dike û dûrî her karî û projeyên wî yên aborî, ew tenê bi dahata aş şa dibe.

Salih dide zanîn, ji ber ku aş pir kevn e, pirî caran di kar de xera dibe û ew astengiyan di peydakirina perçeyê wê de dibîne, loma ew hewl dide ku bi karînên deverê û yê xwe parçeyan jê re saz bike.

Berî pêşketina teknolojiyê û debasbûna nangeh û aşên otomatîk ji bo deverê, hejmarek pir ji aşan li herêmê hebûn, ku hin ji wan li ser çemên avê dixebitîn û hin jî di rêya ajalan de bûn, di vê dawî de jî bi motoran, hemû aş hatin rawistandin û tenê ev aş maye û ew jî bi hezkirina Apê Salih berdewam dike.