Ji Rûsya bo Tirkiye telefona Sûriye û Lîbyayê!

Têkiliya telefonî di navbera Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bagdanov û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal de pêk hat.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezaretên Derve yên Rûsya û Tirkiye derheqê Sûriye û Lîbyayê de bi riya telefonê axatin. Rûsyayê sebaret bi vê têkiliyê daxûyanî da.

Têkiliya telefonî di navbera Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bagdanov û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal de pêk hat.

Li gor daxûyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, herdu aliyan piştevaniya xwe ji bo rêzgirtina li yekparçeyiya axa Sûriyeyê anîn ziman.

Her wiha behsa giringiya hemahengiya di navbera Tirkiye û Rûsya de hat kirin. Giringiya asayîkirina rewşê li ser bingeha Pêvajoya Astanayê yek ji mijaran bû.

Herdu aliyan derheqê Lîbya de jî danûstaninên hizrî kirin. Li ser giringiya biryarên Konferansa Berlînê jî axivîn.

Her wiha hat gotin ku divê hemû alî ji bo Lîbyayê piştevaniya çalakkirina biryara 2510'ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin.

Hat diyarkirin ku li Lîbyayê, danûstandin û diyaloga di warên siyasî, aborî û leşkerî de pêşketin hene.