Erebên Şemer: Em dixwazin Pêşmerge vegerin van deveran

Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rêkeftin di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, xelkê deverê bi giştî pêşwazî li vê rêkeftinê dikin.
kurdistan24.net

 

Duhok (K24) – Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rêkeftin di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, wê rêkeftinê, ne tenê Kurdên Êzidî dilxweş kiriye, di heman demê de xelkê din ê deverê bi giştî pêşwazî li vê rêkeftinê dikin.

Serokên eşîrên Rebîe û Zumar, vê rêkeftinê ji bo berjewendiya hemû aliyan dibînin û dibêjin ku destpêka vegera rewatiyê ye bo wan deverên ku niha hêzên nerewa tê de ne, herwiha ev rêkeftin ji bo pêkhatina aştî û aramiya deverê, girîng e.

Ehmed Hac Zahir, yek ji serokên eşîra Şerabî ya ku Zumarê, li ser rêkeftinê diyar kir: “Em pîrozbahî li îmzekirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmekta Federal a ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û rojavayê Dîcleyê dikin, ku deverên madeya 140 in. Em destxweşî li hêzên ewlehiyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin. Em weke serokên eşîrên rojavayê Dîcleyê, ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin, hêz û rêxistinên nerewa yên weke PKK û hemû hêzên nerewa li Şingalê nehêlin.”

Eta Silêman, yek ji serokên eşîra Ebû Selame ya li Rebîe ye û dibêje: “Em piştgirî li rêkeftinê dikin. Ev rêkeftin rêyeke rast û dirust e ji bo vegerandina awareyan û danîna îdareyeke rewa li deverê. Herwiha ji bo derxistina hêzên nerewa. Eger hikûmeta Iraqê vê rêkeftinê cîbicî bike, xelk dê vegerin cih û warên xwe, çimkî ev rêkeftin aliyê ewlehiyê li deverê bihêz dike.”

Sê sal in çendîn hêzên cuda cuda li Rebîe û Zumar çêbûne, ku hikûmet nikaribû wan kontrol bike, ev jî bûye cihê metirsiyê li ser xelkê deverê, lewra kesayetên deverê daxwaz dikin ku hemû hêzên nerewa ji wê derê derkevin.

Mihemed Dehêş, kesayetê eşîra Şemer tekez dike ku ew jî weke eşîra Şemer piştgiriya rêkeftinê dikin û got: “Em li gel rêkeftinê ne û daxwaza me ew e ku Pêşmerge vegere wan deverên nakokî li ser, em hemû wan hêzên neyasayî jî red dikin. Çimkî ew hêz tenê nûnertiya xwe dikin, ne xelkê deverê. Ev rêkeftin di berjewendiya xelkê de ye, çimkî dema Pêşmerge li deverê bû, xizmetguzarî û ewlehî hatibû dabînkirin, me ti cudakarî di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de nekir, me dît di şerê dijî DAIŞê de bi hev re şer kirin û xwîn rijandin.”

Piştî 16ê Cotmehê û vekişîna Pêşmerge ji deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rewşa deverê aloz bû. Her carê ku xelk vegeriya deverên xwe, xwestin ku hikûmeta Iraqê alîkariya wan bike da ku jiyan asayî bibe, loma asayîkirina rewşa Şingalê, dê bibe pêngavek ji bo li deverên din jî rêkeftinên bi vî rengî werin îmzekirin û yasa tê de serwer bibin.