Jinên Diyarbekirê ji bo penaberan pêyker û wêneyan çêdikin

Komeke jinên ji pişeyên cuda ji bo balkişandina rewşa penaberan, pêyker û wêneyan çêdikin.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Komeke jinên ji pişeyên cuda ji bo balkişandina rewşa penaberan, pêyker û wêneyan çê dikin. Jinên aktivîst di berhemên ku çêdikin de, hêst û boçûnên xwe dihûnînin û dahatiya wan jî ji bo penaberan dibesxşînin. Piştgirên projeyê tînin ziman ku ew ne hunermend in û xwe wisa jî pênase nakin û ew xwe wek aktivîst dibînin ku bi vê xebatê dixwazin balê bikşînin li ser rewşa penaberî.

Hediye Yaşar hemşîre ye û li gel pişeya xwe wêne û pêykeran jî çê dike. Hediya Yaşar di sala 2017'an de pêşangeheke wêneyan û piştre jî pêşangeheke pêykeran ve dike ku ser mijarên wê jin in û piştî wan pêşangehan jî, bi jiinên ku dixwazin beşdarî wê bibin re, projeyên pêykersazî didin destpê kirin.

Hediye Yaşar tîne ziman ku wê di wêneyên xwe de, hêst û boçûnên xwe yên li ser rûdanên li cîhanê, heremê û bajarê xwe rave kiriye û bi taybet koçberî û penaberiya ku ji ber şerên ku pêk tên, di serdema şerê nav bajaran ku Sûr a navçeya Diyarbekirê jî bi ber ketibû bêtir bala wê kişandiye û jixwere wek mijar bijartine.

Pêykersaz Hediye Yaşar ji K24ê re got: "Dema ku min pêşangeha xwe ya bi navê 'û jin' vekir, bi taybet ji aliyê jianan ve gelek bal kişand. Li derdorê me şer diqewumî û bi hezaran welatî penaber û koçber dibûn. Di ser meran de behskirin ji min re sar hat, di ser zarokan de jî wek ajîtekirin hat, loma jî min di ser jinan de; di wêne û pêykeran de hêst û boçûnên xwe yên li ser penaberan hunand. Niha em bi jinên ku pişeyên wan cuda re ne, pêykeran çê dikin û bi duhatiya wan jî emê piştgiriya penaberan bikin."

Hemû hevpişkên çalakiyê jin in û di çarçoveya projeya 'penaberî' de 18 ji wan rastewxwe teqrîben 50 jin piştgirî kirine.

Seher Kakdaş jî nurolog e ango doktora mêjî ye û ew jî 2 sal e ku beşdarî projeyê buye. Seher Kasdaş jî tîne ziman ku wê helwdan û çalakiya Hediya Yaşar ecibandiye û beşdar buye.

Bijîşk Seher Kakdaş dibêje: "Pêşangeha Hediye gelek balkêş bû û dema ku behsa projeyeke wiha kir jî, ez bi kêfxweşî beşdar bûm. Li gel gelek astengiyan me projeyê pêk anî û pêykerên me amade ne. Em her yek karên cuda dikin, lê xebatên wiha ji bo take kesiya me jî wek terapîyê ne."

Hediye Yaşar tîne ziman ku ew dixwaze, herkes bi hêst û hizrên xwe bibe hevparekî vê xebatê û mebesta wê jî ew e ku balê bikşîne li ser rastiya penaberî. Di projeyê de 400 pêykerên ku keda bi dehan jinan tê de ye hatine amade kirin û dê piştî 8'ê Mijdarê jî li ser înternetê pêşangeheke online bê vekirin. Hemû dahatî jî dê ji bo penaber û saziyên penaberan bên dayîn.