Kesên li Efrînê binpêkirinê dikin dê werin darizandin

Nesir Herîrî:
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) – Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî li ser binpêkirinên li Serêkanî, Girêspî û Efrînê ragihand: “Gelek binpêkirin hene, ez nabêjim binpêkirin tine ye, lê ew kes dê werin dadgehkirin.”

Nesir Herîrî li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî, çareseriya siyasî ya Sûriyê, çareseriya kêşeya Kurd û têkiliyên opozîsyonê ligel welatên cîran, bersiv da pirsên peyamnêrê Kurdistan24ê Azad Altun.

Ji bo siberoja çareseriya siyasî ya Sûriyê hûn çi difikirin?

Em Sûriyeyeke ji bo hemû xelkê Sûriyê dixwazin. Xeta sor jî yekrêziya welatiyên Sûriyê ye, yekparçebûna axa Sûriyê ye. Herwiha ti defokto an jî nêrînên cudaxwaziyê nebin, Sûriyeke demokrat be, fireh alî be, li ser bingeha wekheviyê were avakirin. Herwiha hemû pêkhateyên Sûriyê mafên xwe werbigrin, ti cudahî di navbera pêkhateyan de li ser bingeha olî yan jî siyasî nebe. Teror jî divê li Sûriyê nebe. Em ê li dijî sitemkarî û terorê bi ser bikevin. Nabe teror li ser axa Sûriyê bimîne. Herwiha Sûriye bibe welatekî demokrat û divê milîsên Îranî û mezhebî nemîne.

Ji bo kêşeya Kurd li Sûriyê, hûn çareseriyeke çawa pêşkêş dikin?

Tevahiya pêkhateyên Sûriyê, sitem ji rejîma Sûriyê dîtine, koçberî; heta niha çardeh milyon welatiyên Sûriyê, an aware ne, an jî penaberî derveyî Sûriyê bûne. Divê welatê Sûriyê wekhevî tê de hebe. Kurd beşeke resen a Sûriyê ye û nabe werin paşguhkirin. Ew di nava Îtilafa Niştimanî ya Sûriyê de ne û herwiha di Komîteya Destûrî de ne, weke çawa welatiyên Sûriyê mafên wan hene, Kurd jî beşek in û mafên wan ên sereke di nava Sûriyê de hene.

Îtilafê ji bo pêşîlêgirtina mafên mirovan li Serêkanî, Girêspî û Efrînê biryar dabû ku komîteyek damezrîne. Gelo ev komîte hate damezrandin?

Bakurê rojhilatê Sûriyê bi rastî di gelek astengiyan re derbas dibe. Em hewl didin aramî li wê deverê bi cih bibe. Weke em dikarin bibêjin, ew hêzên terorî li wê derê hene, herwiha hêzên li wê derê hene, gelek hêzên cuda cuda li wir hene. Em weke Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê naxwazin hêzên rejîmê li wir be, divê sitemkarî li wir nemîne. Divê ew dever aram be, ti binpêkirin li wê derê tine be. Ne tenê li ser Kurdan li ser hemû pêkhateyên deverê, divê binpêkirin li wê derê neyê kirin. Weke ez dibêjim niha komîte hatiye damezrandin.

Niha komîte karê xwe pêk tîne, raportên xwe pêşkêş dike heta niha karên wan baş e, lê divê hinekî din jî baştir be, di van çend rojên borî de helmeteke grûpên artêşa niştimanî hebû, ji bo vê yekê ku binpêkirin neyê kirin, ew zeviyên ku ji xelkê hatine sitandin careke din ji wan re vegerînin gelek pirsgirêk hatine çareserkirin lê ez dixwazim tekez bikim ku Opozisyona Sûriyê, Îtilaf û Hikûmeta Demkî pabend e bi yasaya navdewletî û mafên mirovan û em ê van yasayan li qadê jî cîbicî bikin û em ti binpêkirinan qebûl nakin û em ê şerê van binpêkirinan bikin û em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Binpêkirinên ku têne kirin jî hin endamên artêşa niştimanî bi tena serê xwe dikin, ez dikarim bêjim ku ew jî dê werin dadgehkirin, li dadgehên leşkerî. Gelek binpêkirin hene, ez nabêjim binpêkirin tine ye, lê ew kes dê werin dadgehkirin.

Berî niha aloziyek di navbera we û ENKSê de rûdabû, wan xwestibû nûnerê ENKSê were derxistin, li şûna wî kesekî din were cîbicîkirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêkhateyeke sereke ye di nav Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de û piştgiriya di navbera me de piştgiriyeke kevn e û ev yek jî bandorê li ser vê yek nake. Danûstandina di navbera me de li ser maseya danûstandinê her tim pirsgirêka xwe çareser dikin û metirsiya wan jî hebe em behs dikin. Ez dikarim bêjim ku aloziyên mezin tinebû, lê alozî hebûn.

Ew ne ji bo pirsa desteya danûstandinan e, ev alozî ji ber danûstandinên ENKSê ligel PYDê ye, em van danûstandinan dişopînin. Em piştevaniya ENKSê dikin ji bo daxwazên wan a cudakirina PYDê ji PKKê û derxistina PKKê ji wê deverê. Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê her dem rijd e li ser wê yekê ku ENKS li hemû cihan amade be, him di desteya danûstandinan de, îtilaf dixwaze ENKS di nava komîteya destûrê de jî hebe. Îtilaf dixwaze ENKS bi bandor be û di hemû karên xwe de serkeftî be, ENKS şirîkeke sereke ye ji bo Îtilafê. Ez dikarim bêjim hevpariya me ya ewle, bingeh e ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan. Berî çend rojan jî hevdîtineke me ligel ENKS hebû.

Hûn diyaloga PYNK û ENKSê çawa dibînin û pêşbînî û pêşniyarên we çi ne ji bo çareseriya Sûriyê?

Berî ku em behsa danûstandinan bikin, pirsgirêkeke me heye li bakurê rojhilatê Sûriyê, ew jî PKK ye, ajendaya wê ne weke ajendaya Kurdên Sûriyê ye, ew ne xelkê Sûriyê ne, ew ji derve hatine. PKK pirsgirêka wan ligel Kurdan heye, ligel pêkhateyên din heye. Bi rastî ew nûnertiya Kurdên Sûriyê nakin, pirsgirêka wan ligel Ereb, Suryan, Asûr bi rastî ligel hemû pêkhateyên Sûriyê heye. Ji ber ku ti kes qebûl nake. Ti pêkhateyeke Sûriyê projeyên vê partiyê qebûl nake. Ev yek dibînim ku PKK gefek e li ser ewlekariya Sûriyê, pirsgirêk ne tenê danûstandin e, tenê pirsgirêk PKK ye. Îro ne opozîsyon, tenê gelê Sûriyê niha ji wan tenê nayê xwestin, niha ji hemû tevahiya aliyan tê xwestin ku karek ji bo vê yekê bikin, ev pirsgirêk ew e ku PKK derkeve ji vir, pirsgirêka me ne danûstandinên ENKSê ligel PYNKê ye.

Li Herêma Kurdistanê gelek penbaberên Sûrî hene, gelo çi peywendiyên we ligel Herêma Kurdistanê hene û hûn ji bo çareseriya çarenûsa wan penaberan çi dikin?

Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke wan a baş û pîroz derbarê şoreşa Sûriyê de hebû. Zêdetirî 250 hezar penaberên Sûriyê li cem xwe hewandine. Weke Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê komîteya me ya karûbarên penaberan heye, em karûbarên penaberan ne tenê li Herêma Kurdistanê li her derê dişopînin.