Mossad: Em ji asayîkirina pêwendiyên bi Siûdiyê re nêzîk in

Asayîkirina peywendiyên di navbera Israîl û Siûdîye de nêzîk bûye. Dibe piştî encamên hilbijartinên Amerîkayê, bên ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Asayîkirina peywendiyên di navbera Israîl û Siûdîye de nêzîk bûye. Dibe piştî encamên hilbijartinên Amerîkayê, bên ragihandin.

Malpera Îsrael (The Jerusalem Post) ragihand, usî Kohîn Rêveberê Ajansa Îstixbaratê û Rêveberê Operasyonên Taybet ên Îsraîlê (Mossad) Yossi Cohen di civîneke girtî de behsa asayîkirina pêwendiyên bi Erebistana Siûdî re kir.

Li gorî rojnameya Îsraîlê, Yossi Cohen wiha got: "Siûdiyan li bendê ne ku encamên hilbijartinên Amerîkayê bêne ragihandin, da ku pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re weke diyariyekê pêşkêşî serkeftiyan bikin."

Rêveberê Mossad di civînê de gotiye, heger Donald Trump serokatiya Amerîkayê ya sala 2020an bidest bixe, dibe ku Siûdiye yekser asayîbûna pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re ragihîne. Lê heger Joe Bîden namzetê Demokratan ser bikeve, Erebîstana Siûdiyê tevî ku dixwaze bi Îsraîlê re peymanekê çêbike jî, lê dê ji bo demeke nediyar bimîne.

Li gor zanyariyên wê malpera Israîlê, asayîkirina pêwendiyên di navbera Siûdîye û Israîlê de, rêkeftina çekan jî tê de ye.

Asayîkirina têkiliyên Siûdî û Îsraîlê tê payîn. Navenda Zogbî ya Rapirsiyê ku navendeke taybet bi rapirsiyê li welatên ereban e eşkere kir ku ji sedî 80 ê Siûdiyan bi wê re ne ku welatê wan kar ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re di nava 5 salên bê de bike.

Bi serkêşiya Serokê Amerîkayê Donald Trump îsal qonaxeke nû di pêwendiyên Îsraîlê bi welatên îslamî yên derdorê re destpê kir û di nava du mehên derbasbûyî de Îmaratê, Behreyn û Sûdanê asayîkirina pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re ragihandin