Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî daxwaza qerebokirinê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kir!

Kerîm Ehmed Xan, Rawêjkarê Taybet yê NY ye û Serokê Tîma Lêpirsînê yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Lêkolînên Sûcên DAIŞ'ê (UNITAD) ye.

Hewlêr (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Kerîm Ehmed Xan kir. Kerîm Ehmed Xan, Rawêjkarê Taybet yê NY ye û Serokê Tîma Lêpirsînê yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Lêkolînên Sûcên DAIŞ'ê (UNITAD) ye.

Di civînê de behsa pêvajoya darizandina tawanbarên DAIŞ'ê û pêşxistina hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hate kirin.

Serokê Tîma UNITAD'ê bal kişand ser pêvajoyên dawî yên dadî û teknîkî yên ji bo darizandina sûcdarên DAIŞ'ê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê.

Her wiha destnîşan kir ku armanca vê darizandina yasayî ew e ku dersan ji van tawanan werbigirin û rê li ber dubarekirina wan bigirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku di mekanîzma dadgehkirina sûcdarên DAIŞ'ê de civata navdewletî piştevaniyê bike.

Her wiha anî ziman ku divê civata navdewletî, zerer û ziyanên kesên qûrbaniyên ji destê terorîstên DAIŞ'ê qerebo bike; Her wiha ew cih û warên hatine wêrankirin jî bên çêkrin. Da ku hêsankarî ji bo rewş û vegera koçberan pêk were.