Ji Hereketa Azadî û CNK daxûyaniya Şingalê!

Derheqê rêkeftina Şingalê de daxûyaniya Hereketa AZADÎ û CNK'yê ya hevpar wiha ye:

Navenda Nûçeyan (K24) - Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Hereketa AZADÎ) û Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) derheqê rêkeftina Hewlêr-Bexda ya li ser Şingalê daxûyaniyek weşandin.
Di daxûyaniyê ev rêkeftin ji bo avakirin û ewlehiya Şingalê wekî gavekî baş nirxand.

Daxûyaniya Hereketa AZADÎ û CNK'yê ya hevpar wiha ye:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Bexdayê di 10ê Cotmehê de bi amanca asayîkirina rewşa Şingalê, avadankirina bajêr û destnîşankirina îdareyeke fermî rêkeftinek îmzekirin. Bi rêkeftina wê peymanê re bi hezaran Êzdî yên niha li kampên penaberên ê Herêma Kurdistanê ne, bi hezaran Êzdiyên li serê Çiyayê Şingalê di çadiran de dijîn û Nûnerên Rûhanî û Siyasî yên xelkê Êzdî kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi germî pêşwazî li wê rêkeftina dîrokî kirin.

Weke di xalên rêkeftinê jî de diyar in amanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya serekî ew e: wlehî û aramî li Şingalê peyda bibe û xelkê Şingalê vegerin ser zeviyên xwe û malên xwe û xizmetguzarî ji xelkê re were pêşkêşkirin û hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin.

Piştî îmzekirina rêkeftinê Nûnerên wekî; Neteweyên Yekgirtî, Welatên Kendava Erebî, Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê û Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz kirin û kêfxweşiya xwe ji rêkeftinê re anîn ziman û amaje bi wê yekê kirin ku xalên rêkeftinê di demeke nêzîk de werin bicîkirin.

Li aliyê din rêxistina milîsên şîe ya ser bi Îranê Heşdî Şabî ku niha li Şingalê metirsiyê li ser xelkê Şingalê çêdike û mezargehên Êzdiyan xirab dike û mezargehên îmamên şîe li Şingalê çêdikin. Komara Îslamî ya Îranê, Serokwezîrên berê yên Iraqê ku bi dijmaniya wan a ji kurdan re ji aliyê herkesî ve tê zanîn Heyder Îbadî û Nûrî Malîkî nerazîbûnên xwe nîşan dan û li dijî wê rêkeftinê derdikevin.

Mixabin li aliyekî din jî PKK, YBŞ û di herî dawiyê de jî HDPê jî dijberiya xwe ji rêkeftinê re aşkere kirine ku ew wê rêkeftinê nasnakin.

Meşrûiyeta Komara Îslamî ya Îranê û Heşdî Şabî ku rojane ciwanên kurd qetil dikin li nava rayagiştî ya kurdan û hemû cihanê cihê nîqaşê ye. Herwiha hîn jî destê serokwezîrên berê yên Iraqê Heyder Îbadî û Nûrî Malîkî bi xwîna Êzdiyan sor e û ew nikarin nîqaşê li ser heqê Êzdiyan bikin. Cihê daxê ye, ew partiyên ku bi serpereştiyê HDPê navê xwe wek “Tifaqa Kurdistanî’’ danîne piştî daxuyaniya HDP bê deng man. Ev bê dengî tê wateya ku di gruba bîr û tevgerên Îranê de bi zanatî yan jî bi nezanî cîh digirin û dijberiya rêkeftina Şingalê dikin.

Em piştevaniyê li her hewleke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin di warê asayîkirin, vegera penaberan û parastina Şingalê. Şingal axa Êzdîyan e Şingal Kurdistanê ye û çarenivîsa wê jî xelkê Êzdî yên Şingalê, Nûnerên Siyasî û Ruhanî yên Şingalê diyar dikin. Divê rêxistinên Kurd destêwerdanê di kar û barên Şingalê de nekin û piştevaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.

Em bang li hemî partî, rêxistin û xelkê Kurdistanê dikin ku hûn jî piştevaniya li wê rêkeftinê bikin û li xeta netewayetî cihê xwe bigrin."

Hereketa Îslami ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê / CNK