LÊKOLÎN - Hormona evînê li dijî koronayê bi bandor e

Li Amerîkayê di lêkolîneke zanistî de hat diyarkirin ku hormona evînê ji bo dermankirina koronayê bi bandor e
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) - Li Amerîkayê di lêkolîneke zanistî de hat diyarkirin ku oksîtosîn anku hormona evînê bo dermankirina nexweşiya koronayê hêjayî lêkolînê ye. Piştî vê geşedanê niha jî pispor û zanistên tendirûstiyê li ser karîgeriyên oksîtosînê lêkolînên xwe berfirehtir dikin.

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê li hemû welatên cîhanê bo çareseriya vê nexweşiyê zanistên tendirûstiyê ketin nav liv û lebatekê. Ligel xebatên li ser peydakirina vaksînan di heman demê de li hember vîrûsê bo qahîmkirina laş û bihêzkirina tendirûstiyê jî xebat û lêkolînên cûr be cûr bi rêve diçin.

Herî dawî di lêkolîneke zanistî de hat diyarkirin ku hormona bi navê oksîtosîn a ku wekî hormona evînê jî tê bi nav kirin li hember vîrûsa koronayê bi bandor e û dikare di dermankirina nexweşiyê de bê bikaranîn.

Pispor, niha jî li ser rêbazên bikaranîna vê hormonê dixebitin. Welatiyên li Tirkiyê jî li ser vê meselê bûne 2 beş û hinek jê pê bawer in ku ev yek dê pêkan be lê hinek jî dibêjin ne pêkan e ku ev hormon bo rêlibergirtin yan jî dermankirina koronayê bê bikaranîn.

Welatiyekî diyar kir: "Ez ji dil bawer dikim. Evîn, ne bi tenê bo koronayê baş e herwiha dike ku mirov xwe baş hîs bike û ji jiyanê kêfê bistîne. Ez piştgiriya vê xebatê dikim û pê bawer im ku dê encameke erênî jê derbikeve.

Welatiyekî din jî dibêje: “Ez vê meselê ji nêz ve dişopînim. Di rojên bê de em dê derbarê lêkolînê de zêdetir agahiyan werbigrin. Em baş dizanin ku hormona evînê bo tendirûstiya laş û li ser derûniyê gelekî sûdewer e. Bi ya min her çiqas nekare koronayê yekcar ji holê rake jî dê bandora wê gelekî kêm bike."

Pispor û zanistên li ser tendirûstiyê dixebitin, li ser dermanekî ku oksîtosînê di nava xwe de dihebîne lêkolîn kirin. Û di vê lêkolînê de derket holê ku oksîtosîn anku hormona evînê şanikên bi navê T yên ku li dijî vîrûsa koronayê bi bandor in, çalak dike.

Welatiyek dibêje: “A rastî ez ji vê yekê bawer nakim. Wê gavê kesên ku halê hazir evîndar in divê tûşî vê nexweşiyê nebin. Bi qasî ku ez pê dizanim lêkolîneke bi vî awayî nehatiye kirin û ez hîç bawer jî nakim. Helbet lêkolînên di vê derbarê de girîng in lê mixabin baweriya min di vê derbarê de nîne."

Yek ji encamên vê lêkolînê jî bandora vê hormonê ya li ser sîtokînê ye. Li gor agahiyên zanistî ber bi dermankirina nexweşiya vîrûsa koronayê re yek ji kêşeyên herî mezin ew e ku şanikên bo parastina laş dixebitin "bahoza sîtokînê" radikin anku karvedaneke zêde nîşanî nexweşiyê didin ji loma jî gelek kes ji ber vê sedemê nikarin serederiyê bi nexweşiyê re bikin û jiyana xwe ji dest didin. Di van lêkolînan de jî hatiye selimandin ku hormona evînê anku oksîtosîn rê li ber vê reaksiyonê jî digire û bi van agahiyan ev mijar jî bûye yek ji beşên vê lêkolînê.