Nûnerê Tirkmenan: Diyaloga ENKS û PYNK'ê di berjewendiya Sûriyê de ye

Nûnerê Eniya Tirkmenan di Hevpeymaniya Niştimaniya Opozisyona Sûriyê de dibêje; danûstandinên ENKS bi PYNKê re ji bo berjewendiya niştimanî ya Sûriyê be.
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) – Piştî Serokê Îtilafa Sûriyê ji Kurdistan24ê re axivî û hevdîtinên di nava ENKS û PYDê de nirxand û helwesta Îtilafê anî ziman, pêkhateyên din ên di nava Îtilafê de jî ragihandin ku ew ligel ENKSê ne ku di nava danûstandinan de wê liv û lebata ENKSê ji bo aramiya devera Kurdî û berjewendiya niştimanî ya Sûriyê be.

Nûnerê ENKSê û Endamê Desteya Siyasî ya di Hevpeymaniya Niştimaniya Opozisyona Sûriyê de Abdullah Gedo, li ser proseya rojên pêşî yên destêkirina hevdîtinên di nava ENKS û PYDê de behsa helwesta Îtilafê dike û dibêje: Dema Kurd Kurd li hev rûniştin û ji raya giştî re bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin wan dest bi danûstandinê kiriye, îtîlafê helwesta xwe ya li dij wan hişk kiriye û gelekî ji wan re zor hatiye ev proseya danûstandinê. Lê piştî bi şêweya dîplomatîk hev serwext kirine bi rêya axaftinê, Îtilafê jî dîtiye ku ev danûstandinên bi PYDê re ji bo aramiya xaka Kurdan û berjewendiya Sûriyê ye, piştî vê yeke jî Îtîlafê helwesa xwe nerm kiriye û di van danûstandinan de jî ENKS wek nûnerê xwe dîtiye û ji ENKSê re gotiye, em ê li bendeyî encamên van danûstandinan bin.

Nûnerê ENKS di Opozisyona Itilafa Niştimanî ya Sûriyê de Abdullah Gedo ji K24ê re got: "Di destpêka danûstnadina ENKSê ya bi PYD û partiyên pê re bi rastî hinekî bi wan re zor bû û hinekî bi hişkahî lê dinihêrîn. Lê piştî danûstandina me ya bi wan re, yanî di bin xîtabek niştimanî ya Sûrî de ku em jî wek pêkhateyek ji civata Îtilafê ne, ji me re gotin 'em baweriyekê didin û ev danustandinên bi PYDê re ji bo berjewendiya tevahiya Sûriyê ye, em jî li bendeyi ecamên vê danûstandinê ne.' Îtîlaf, heta niha jî roj bi roj û heftane dişopîne ka wê çawa çêbibe."

Nûnerê Eniya Tirkmenan, Endamê Desteya Siyasî ya di Hevpeymaniya Niştimaniya Opozisyona Sûriyê de Abdûlmecîd Berekat jî dibêje; em ji ENKSê yanî biraderên me bawer in ku di hevdîtin û danûstandinên xwe de yên ku bi PYNKê re dane destpêkirin her liv û lebata wan wê ji bo berjewendiya niştimanî ya Sûriyê be. Ji loma jî em digel ENKSê ne.

Nûnerê Tirkmenan di Opozisyona Itilafa Niştimanî ya Sûriyê de Abdûlmecîd Berekat ji K24ê re got: "Çi danûstandinên bi Îtîlafê re yan jî yek ji pêkhateyên wê re be em ligel wê ne dema ku dibin xîtaba niştimanî ya Sûrî de be. Baweriya mebi biraderên em yên di ENKSê de heye ku bala wan xweş li ser xîtaba niştimanî ya Sûriyê ye. Em dixwazin ew danûstandina her în û her roj me dişopand her û her bimîne di berjewendiya niştimanî ya Sûrî ya gelemperî de."

Her çiqas bi awayekî fermî Îtîlaf yanî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bibêje ew li bendeyi encamên danûstandinan in yên ku di nava ENKS û PYNKê de diçin serî, pêkhateyên din ên Îtîlafê ji Tirkmenan bigirin heta bi Suryanî û Areban, van danûstandinan ji nêzîk ve dişopînin û didin zanîn ew ligel ENKSê ne di warê berjewendiya niştimanî ya Sûriyê de.