Li Kobanî 2 birayên nabîn komeke muzîkê ava kir

Mustefa û Ehmed Wehab 2 birayên nabîn in û ji bajarê Girê Spî ne, tevî astengiyên xwe, xwe di muzîk û stranan de pêş xistine.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) - Mustefa û Ehmed Wehab 2 birayên nabîn in û ji bajarê Girê Spî ne, tevî astengiyên xwe, xwe di muzîk û stranan de pêş xistine û ligel hin astengdarên din komeke stranan bi navê Gokav ava kirine û rojane li gel hev perwerde dibin.

Astengariya di cavên wan de ku bi herdû çavên xwe nabînin, nebû kelem li paş tiliyên wî, ew bi vîna xwe û hezkirina ji jiyanê re, rêyên derbasbûna dîrokê ji bo xwe vedike.

Li ser şopa Hafizê Kor û bi gotinên Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha û Eyşeşanê, şev û rojên xwe derbes dikir.

Mustefa Wehab ku ji koçberên bajarê Girê Spî ne û li Kobanî bi cih bû ne, gavên xwe yên yekemîn bi birayê xwe re yê ku ew jî astengdarê çavan e, avêt, bi temenekî biçûk kilam bi hev re digotin, sebra xwe bê ronahiya çavan bi stranan tînin.

Mistefa û birayê wî Ehmed ligel hevalên xwe yên din komeke stran û muzîkê bi alîkariya Navenda Baqî Xido ya çand û huner li bajarê Kobanî bi navê Gokav damezrandine, ku gelek stranên taybet bi xwe tomar kirine û di riya vîdeo klîbekê belav kirine.

Mistefa û hevalên xwe hêvî dikin ku ji bo wan girîngiyeke zêde were dayîn û alîkariya wan di warê gotin û awazan de ji bo stranan were kirin, herwiha koma wan mezin bibe û li ser asta Kurdistanê navdar bibin.