4 ciwanên kurd bi paskilê ji Rewandizê gihîştin Enqerê

Armanca wan ciwanan ew ku 4 hezar û 500 kîlometreyan birbirin û navê xwe di pirtûka rekoran de binivîsînin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Ji Kurdistanê Çar Ciwanên Kurd bi duçerxeyên xwe ji bo ku rekorekê bidest bixin berev bi bajarê Stenbola Tirkiyê geşteke navdewletî pêk tînin û ev bi rojane di rê de. Armanca wan ciwanan ew ku 4 hezar û 500 kîlometreyan bi duçerxeyên xwe bigerin û navê xwe di pirtûka rekoran de binivîsînin. Ciwanên Kurd dibêjin bi vê hewla xwe ev dixwazin nîşanî Her kesî bidin ku dikarin vê yekê bikin.

Çar ciwanên Kurd yên li herêma Kurdistabê bajarê Rewandizê ku ev bi salane di navbera bajarên Kurdistanê de bi duçerxeyên xwe werzîşê dikin vê carê ji bo ku rekorekê tomar bikin ji bajarê Rewandizê berev bi bajarê Tirkiyê Stenbolê geşteke bi duçerxeyan dan destpêkirin. Ev geşta van ciwana ya ku di 21ê Cotmehê de destpêkir piştî 7 rojan gihiştin Enqera paytexta Tirkiyê. Armanca wan ciwana ew e ku 4 hezar 500 kîlometreyan bi duçerxeyên xwe bigerin navê xwe binivîsînin pirtûka rekoran ya Gîness û balê bikêşin ser jîngeparêziyê.

Berdevkê Ciwana Pêbo Xidir dibêje yekem car e ku tîmeke ciwanan ji Kurdistan bi rêya duçerxeyê geşteka navdewletî pêk tîne û ew dixwazin nîşanê her kesî bidin ku dikarin vê serkeftinê bi dest bixin vê yekê bikin.

Heta niha tu caran ji Kurdistan û Iraqê kesek an jî tîmek bi duçerxe ango baysikila xwe rêvitiyeke navdewletî pêk neanîbûn ji loma ciwanên Kurd diyar dikin ku ji bo wan hesteke cuda û nayê terîfkirin e ev rêvêtiya wan.

Ev 4 ciwanên ji Kurdistanê derketin rê berv bajarê Stenbolê ve dê biçin û tê çaverêkirin ku ev geşta van nêzîkê Mehekê bodome. Her çar ciwan jî amaje dikin ku piştî van ev rekor şikand ew e ji bo ku beşdarî pêşbirkên navdewletî jî bibin xwe amade bikin û bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku xwedî li jingeha xwe derkevin û bi her cure werzîşê re eleqedar bibin.