Aras strana xwe ya nû belav kir: Derjê
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî çend salên bêdengiyê, hunermendê Kurd Aras Fatîh Resûl (Eros Kurdî) berhemeke nû, straneke bi klîpeke xweş belav kir.
Navê strana nû ya Aras "Derjê" ye û li ser kanala xwe ya taybet a li YouTube belav kiriye, ku Aras di vîdeo klîpê de temamî bi cilûbergên Kurdî ve derketiye.
Klîpa Derjê nivîs û senaryo ya Aras Fatîh bi xwe ye û beşek ji awaza stranê û helbest gelêrî ye û beşek jî awazê stranê yê Aras bi xwe ye û di dema klîpê de peyamek ji temaşevanan re dide û dibêje: “Werin em şahî û xweşiyê vegerînin nav jiyana xwe.”
Aras Fatîh Resûl yek ji hunermendên nûjen ê Kurd tê nasîn û dema borî de jî berhemên wî yên hunerî ku belav kiribûn gelek deng vedabûn. Yek ji wan jî "Xepegiyan" bû û gelek caran jî ji ber wê berhema xwe Aras nav xelkê de wek Aras Xepegiyan jî tê pênasekirin.