Di serdema Koronayê de fêrkirina Kurdî bi rêyên online tê kirin
Diyarbekir (K24) – Di serdema Pandemiyê de, çalakî û xebatên li ser înternetê jî zêde dibin. Ji ber ku welatî zêdetir dema xwe di înternetê de û li malên xwe derbas dikin, xebat û çalakiyên Kurdî jî bi rêyên online berdewam dikin. Mamosteyekî ji Diyarbekirê jî, bi rêya online derxaneya Kurdî vekiriye û dê dersên Kurdî bide.
Ji ber rewşa pademiyê hewldan û xebatên ji bo zimanê Kurdî jî bêtir li ser înternetê tên dayîn û kirin. Adnan Firat Bayar ku 17 sal in mamosteyî dike û pirtûkên perwerdehiya Kurdî nivîsiye jî, bi rêya online dersdayîna Kurdî vedike.
Adnan Firat Bayar balê dikşîne ku li bakurê Kurdistanê, fişara pişaftinê li ser zimanê Kurdî, heye û ew jî wek xemxarekî Kurdî, hewla ku pêşî li wê pişaftinê bigrin didin. Bayar piştî 1'ê mijdarê dersxaneya Kurdî ve dike û dê dersên ziman, wêje û dîrokê yên Kurd û Kurdistanê bide.
Nivîskar û mamosteyê kurdî Adnan Firat Bayar ji K24ê re got: "Rewşa pandemiyê zemîneke wisa amade kir ku welatî zêdetir dema xwe li malên xwe derbas bikin. Dîsa di vê pêvajoyê de têkiliyên mirovan bi înternetê û platformên online re xurt bûn.Me jî xwest ku bi rêya online em derxaneyekî ve bikin û bikin wek pêngava yekemîn. Wek pêngava ewil emê 3 meh dersan bidin."
Li gel bernameya diyar kirî, li gor daxwazên welatî û xwendekaran jî dê bereya dersxaneyê bê berfireh kirin.
Adnan Firat Bayar tîne ziman ku ew bi dersên zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî û dîroka Kurdî dest pê dikin, lê ger ku eleqeyeke baş bê nişandan, ewê jî hem kadroyên xwe hem jî çalakî û xebatên xqwe zêdetir bikin.
Adnan Firat Bayar dibêje: "Emê hewl bidin da ku xwe bigihînin xemxwarên, ziman, dîrok û wêjeya xwe. Lê ev 3 meh dê ji bo wek pîlot be, ji bo ku em xebatên xwe berfirehtir bikin, ev 3 mehên destpêkê dê ceribandin be. 4-5 rojên din emê dest pê bikin û 3 mehên destpêkê, piştre 3 mehên din û em dixwazin vê xebatê berfirehtir bikin. Li gorî eleqeyê emê hin mamosteyên din jî li xebatê zêde bikin."
Heta niha ji 50 kesî zêdetir ji bo perwerdehî dîtinê serî lêdan kiriye û yên ku bixwazin dikarin wek gruba malbatî jî dersên taybet bistînin.