Li Herêma Kurdistanê 18 kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê careke din amareke bilind a pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê careke din amareke bilind a pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin. Di 24 demjimrên bûrî de 1285 kes bi Koronayê ketin û 18 pêketiyan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1285 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 580 kes li Hewlêrê, 187 kes li Silêmaniyê, 440 kes li Duhokê, 27 kes li Helebceyê, 36 kes li Germiyanê, 15 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 18 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 503 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 74334

Mirin: 2406

Başbûn: 42076

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.