Ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryareke nû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo sûd û berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku bacê didin, biryareke nû da.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo sûd û berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku bacê didin, biryareke nû da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya medyaya civakî sedema derxistina biryarê eşkere kir û ragihand ku derxistina vê biryarê "ji bo berjewendiya giştî û hêsankariya welatiyan e".

Mesrûr Barzanî diyar kir ku hemû sizayên bacê yên par ên li ser welatiyên Herêma Kurdistanê hatin efûkirin.

Mercekî biryarê heye ji bo ku welatiyên deynên wan ên bacê hene bikarin ji vê biryarê sûdmend bibin, ew jî divê baca bingehîn bidin gencîneya hikûmetê.

Biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve liv û tevgera aborî û bazirganî li sînorên navbera Herêma Kurdistanê û welatên derdorê sist bûye.

Herwiha ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê û welatên herêmê, bazirgan û kesên xwedî karên azad zirar dîtine.