Bozyel: 'Divê em wek can û ronahiya çavê xwe Herêma Kurdistanê biparêzin!'

Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel bang li xelk û partiyên Kuridstanê dike û dibêje...

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel bang li xelk û partiyên Kuridstanê dike û dibêje, "Divê em wek can û ronahiya çavên xwe Herêma Kurdistanê biparêzin!" Her wiha ji PKK'yê dixwaze rêz li parlamento û rêveberiya Herêma Kurdistanê bigre.

PSK'yê, derheqê kiryarên PKK yên li Herêma Kurdistanê daxûyanîyek da. PSK dibêje, "Em bang li PKK'yê dikin, dest ji vê siyaseta xwe ya şaş berde." 

Bozeyel jî beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24'ê bû. Bozyelî bersiva pirsên Cemal Batûn da.

- Ji bo daxûyaniya PSK vir bitkînin.

Bozyel di axaftina xwe de dibêje, "Herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Ev pêvajo ji bo qezencê kurdan pêvajoyeke man û nemanê ye. Gelek hêz û dewletên herêmê, dixwazin van destkeftiyên kurdan ji holê rakin. Ji bo wê ji her firsendê îstîfade dikin. Di her firsendê de êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Pêvajoya piştî referandûma Kurdistanê em tev şahid in. Xwestin gelê kurd bi nan û ac terbiye bikin. Xwestin îradeya gelê Herêma Kurdistanê bi birçîbûnê, bi ambargoyan bişkînin.

Niha jî taybet Tirkiye hem êrişî kurdên nava xwe (Bakur) dike, hem hî êrişê dibe ser Rojava. Û bi her firsendê êrişî Herêma Kurdistanê jî dike. Ji bo vê jî PKK hincet nîşan dide. 

Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku Herêma Kurdistanê qezencekî me yê ji rêzê nîne. qezencekî me yê dîrokî ye. Gelek mirov, keç û kurên kurdan ji bo vê canê xwe dane. Kurdan gelek bedel dane û êşîn mezin hatine dîtin. Lewma divê em Herêma Kurdistanê wek çavên xwe biparêzin. Îro Herêma Kurdistanê ji bo 50 milyon kurdên li seranserê dinyayê wek stargehekê ye, wek hêviyekê ye. Ev hêviya me gûr dike, geş dike li ser piyan digre. Îro eger li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd li ser piyan e, hestên kurdayetiyê evqas xûrt e, sebebek jê hebûna Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku heya dûh azadî ji bo me tenê xeyalek bû, hêviyek bû. Îro azadî rasteqîniyeke realîteyek e li Herêma Kurdistanê. 

We jî destnîşan kir, di belavoka partiya me de hatiye destnîşankirin; Îro gelê me bi îradeya xwe xwe bi rêve dibe. Parlamentoyek heye, kurd bi destê xwe hildibijêrin. Hikûmetek bi hilbijartinan çêbûye û rêveberiya herêmê dike. Serokatiya Herêma Kurdistanê hertim gelê kurd di qada navneteweyî de ser bilind dike. Ango em bi her awayî bi Herêma Kurdistanê şanaz û serbilind û serfiraz in. Em gihiştine qonaxeke gelek û gelek giring. Erkê me hemû kurdan ew e ku em wek can û ronahiya çavê xwe biparêzin.

Lê mixabin ev çend sal in PKK problem û kêşe ye  ji bo Herêma Kurdistanê. Helbet PKK dikaribû li wir bistire. Dikaribûn heta rewşa siyasî li Tirkiyeyê normalîze bibe li wir bihewe. Li xûyaye ku PKK, li wir tenê nahewe, tenê nastre herwiha destdirêjahiya serweriya Herêma Kurdistanê dike. Destdirêjahiya qezencê ewlekarî û bextewariya herêma Kurdistanê dike. Wek tê zanîn li wir dora 500 gûndan hatine kavilkirin. Tirkiye bi hinceta PKK herroj teyareyên (balafir) dişîne ser Herêmê. Min pir caran destnîşan kiriye ku PKK tenê behane ye ji bo Tirkiyeyê. Bi eslê xwe Tirkiye dixwaze, bi hincetan Herêma Kurdistanê lawaz dike, bê îstîqrar dike. Û wî ji taqetê bixwe.

Ji bo vê yekê em hertim bangî PKK dikin. Em dibêjinê, 'Divê hûn rêz li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin. Ji ber ku hûn jî ji wir îstîfade dikin.' 

Em dizanin ku ji bo PKK'yê jî, wir cihê stargeh e. Li wir dihewin, nexweşên xwe derman dikin, nan û av li wir peyda dikin. Heger li wir rêveberiyeke azad tûnebûya, wir di destê, Saddam yan jî hêzeke nîjadperest û kolonyalîst de bûna, PKK nikariya wisa li wir rehet bisitire / bimîne.

Lewma cihê îstiîfade dike, cihê ku mirov feyde jê distîne divê mirov rêz lê bigre. Wek min got, mesela Herêma Kurdistanê tiştekî ji rêzê nîne. Mesela manûnemanê ye. Qedera kurdan e. Xûyaye dahatûya me dê li ser Herêma Kurdistanê ava bibe."