Dêrên li Colemêrgê di belgefilmekî de tên civandin

Li ser dêrên li Colemêrgê belgefîlmê "Qêrîna bêdeng" tê amade kirin.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Dêrên Asûriyan yên li Colemêrgê ku heta 1920'an jî hatine bikaranîn, dibin mijara belgefîlmekî. Projeya ku ji aliyê Emîn Sari ve hatiye amade kirin, bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpa û Sendîqaya Rojnamevana a Tirkiyeyê TGS'ê tê birêve birin.

Li ser dêrên li Colemêrgê belgefîlmê "Qêrîna bêdeng" tê amade kirin. Porjeya bi navê 'medya ji bo demokrasiyê/demokrasî ji bo medyayê' ; bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpa û TGS'ê; dê belgefîlma 40 xulekî li ser dêrên li devera Colmêrgê bê çê kirin.

Emîn Sari yê ku projeya belgefîlm amade kiriye, tîne ziman ku piştî proje hatiye pejirandin, wan bi kesên pispor û profesyonel re dest bi xebatê kirine.

Emîn Sari ji K24ê re got: "Nêzîkî 2 meh e ku em li Colemêrgê û navçeyê wê xebat dimeşînin.  Heta niha me teqrîben li 10 dêran xebat kir u dîmen tomar kir. Her wiha me xebatên xwe li gel wan kesên ku li ser Nasturiyan lêkolînan kirine û xwedî agahiyan e ve heta niha meşandiye."

Bal hat kişandin ku li Tirkiyeyê bermayîyên dîrokî nayên parastin û bi pêzanîn û taybetiyên xwe ve her ku diçe namînin.

Akademısyenê zaningeha Colemêrgê Yaşar Kaplan ku li ser Nasturiyan lêkolîn kiriye jî bale dikşîne ku dîrok û berhemên herêmê bê xwedî ne û deverê Dêzê jî navendeke girîng ya Nasturiya ye.

Akademisyen Yaşar Kaplan dibêje: "Teqrîben 500 sal e ku ev avahiyan li piyabûn, avabûn û gundiyan berê xwe didayê. Lê piştre ew yên kul i xezîneyan digerin û ji bê xwedîtî, van deran dikolin xirap dikin, teqrîbateke mezin dikin. Me divê ciyên wiha dîrokî û pîroz ji bo devera me jî girîng in divê bên parastin û ji bo geş û guzariyê bên guncanindin."

Rojnamevanê Colmergî Vasfî Ak jî, balê dişkîne ku ew dêr demeke dirêj e bê xwedî mane û di belgefîlmekî de civandina wan jî girîng e, lê divê ji nemayînê jî bên parastin.

Rojnamevan Vasfî Ak got: "Ev manastira yan jî xirwexane bi navê xwe yê Kurdî ya Asûriyan e. Serdemeke dûvdirêj liv an deran îbadet hatine kirin û wek keşîşxane hatiye bikaranîn. Ciyên wiha ku ciyê pîroziyan e, mixabin niha li ber têkçûnê ne, divê ciyên wiha bikin bin parastinê."

Hat ragihandin ku dê hemû dêr û manastirên li devera Colemêrgê dê bi agahiyên hurgulî û çanda ku hatiye jiyandin re, di belgefîlmeke teqrîben 40 deqîqeyî de bên berhev anîn.