Hejmara qûrbaniyên erdheja Izmirê zêde dibin

Li gor pîvana teknîk a Ricterê pêla erdhejê 6.6; Li gor pîvana teknîka Moment Magnitude jî pêşa erdhejê 6.9 bû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Izmira bajarê Tirkiyeyê di encama erdhejê de heya niha 44 kesan canê xwe ji dest dane. Hejmar her zêdetir dibe.

Tîmên rizgarkirinê li ser hewl û xebatên xwe berdewam in. Li gor amarên dawî heya niha termê 44 kesan hatiye dîtin. 896 kes jî birîndar bûne.

Beriya du rojan zincîreyên erdhêjeê bajarê Izmirê hejandin.

Li gor pîvana teknîk a Richterê pêla erdhejê 6.6; Li gor pîvana teknîka Moment Magnitude jî pêşa erdhejê 6.9 bû.