Ebas Ehmed “Seydê” bi awayekî nû distire

Hunermendê kurd ê rojavayê Kurdistanê Ebas Ehmed strana “Seydê” bi awayekî nû distire û amadekariya kişandina klîpeka wê dike.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê kurd ê rojavayê Kurdistanê Ebas Ehmed strana “Seydê” bi awayekî nû distire û amadekariya kişandina klîpeka wê dike.

Hunermend Ebas Ehmed li ser vê stranê ji K24ê re got: Strana Seydê, straneke folklorî ye. Em wê bi awayekî nû pêşkêş dikin. Em niha amadekariya kişandina klîpê dikin.”

Ebas Ehmed ji bajarokê Tirbesipiyê yê rojavayê Kurdistanê ye. Heta niha bi dehan stran çêkirine û strane. Herwiha gelek stran jî ji hunermendên din re wek Xêro Ebas, Şêro Bete û Hişyar Temo re çêkirine.

Ebas Ehmed yek jî hunermendên serkeftî yên rojavayê Kurdistanê ye ku şêweyên mûzîka cîhanî lê mûzîka kurdî guncandîye. Ebas Ehmed bi taybetî şêweyên Pop/Rockê ji bo di mûzîka xwe de bi kar aniye.