Kurdek ji bo cara duwem bû parlamenterê Gurcistanê

Opozisyona Gurcistanê serkeftina partiya desthilatdar di hilbijartinên Parlamentoyê de red kir. Kurdek jî, ji bo 2em car bû endamê parlamentoya wî welatî.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Opozisyona Gurcistanê serkeftina partiya desthilatdar di hilbijartinên Parlamentoyê de red kir. Kurdek jî, ji bo 2em car bû endamê parlamentoya wî welatî.

Partiya desthilatdar a Gurcistanê ya bi navê Xewna Gurcistanê bi cudahiyek kêm li pêşiya Hevpeymanya opozisyonê bi ser keft, lê partiyên opozisyonê encamên destpêkî red kirin û daxwaz ji alîgirên xwe kirin, ku tevgerê bikin.

Di wê derbarê de Îsko Dasenî ji K24ê re got: Partiya wan ji sala 2012an ve ji bo cara sêyem di hilbijartinan de bi ser dikeve. Nûnerên Ewopa û gelek welatan çavdêriya hilbijartinan kirin û diyar kirin ku hilbijartin bi qanûnî derbas bûn.”

Li ser hebûna kurdan li Gurgistanê, Îsko Dasenî got: Nêzîkî 50 hezar kurd li Gurcistanê hebûn, piraniya wan kurdên êzidî bûn û bi piranî li Tiblîsî dimînin. Lê piştî êrîşa Rûsyayê, niha dora 12 hezar kurd mane.”