Hunermend Hesen Dilsoz koça dawiyê kir

Şeva bûrî hunermendê dêrîn ê Silêmaniyê Hesen Dilsoz ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva bûrî hunermendê dêrîn ê Silêmaniyê Hesen Dilsoz ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Îro 2/11/2020 kurê hunermend Hesen Dilsoz, Arî Hesen ragihand, bavê wî şeva borî ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Hesen Husên Mihemed (Hesen Dilsoz) sala 1946an li Silêmaniyê ji dayik bû. Hunermendekî dêrîn ê bajarê Silêmaniyê ye. Ji sala 1968an ve dest bi karê Hunerê kiriye û beşdarî di hejmarek şano û dramaya kurdî de kiriye.