Li Kobaniyê “Haloween” bi rengê êşa kurdan

15 ciwan û zarokên Kobanî di boneya cejna Halloween de şanoyeke bêdeng li kobanê pêşkêş kirin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – 15 ciwan û zarokên Kobanî di boneya cejna Halloween de şanoyeke bêdeng li kobanê pêşkêş kirin. Di şanoyê de tabloyek li ser êş û azarên kurdan bi rengê Halloween hat pêşkêşkirin.

Beşdarên şanoyê dibêjin, wan komkujîyên li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan hatin kirin û êş û azarên gelê kurd di tabloyeke trajîk de nîşan dan.  

Herwiha diyar kirin, bi nîşandana dîmenên ji Kobanî, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî, Helebce, Şingal û hemû herêmên Kurdistanê, dixwazin nameyek ji tevahiya cihanê re li ser rewşa kurdan bişînin.