Li Herêma Kurdistanê 26 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1137 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1137 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1137 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 524 kes li Hewlêrê, 118 kes li Silêmaniyê, 386 kes li Duhokê, 37 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê û 32 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 7 kes li Raperînê ne.

Hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 513 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 78216 kes.

Mirin: 2509 kes.

Başbûn: 43858 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.