Xelkê Rojava ji egera operasyoneke Tirkiyê metirsîdar in

Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a pêkanîna oprasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê. Xelkê deverê ji şerekî nû metirsîdar in.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên pêkanîna oprasyoneke leşkerî li dijî rojavayê Kurdistanê, xelkê deverê ji şerekî nû metirsîdar in.

Pistî salekê ji dawî oparasyona leşkerî ya Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li diji Rojavayê Kurdistanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdoqan careke din gefên pêkanîna oparasyoneke nû li diji Rojava dixwe. Erdogan ragihand, eger sozên bi Tirkiyê re hatibûn dayîn pêk neyîn, dê oparasyoneke nû li bakure Sûriye dê encam bide. Gefên Erdogan metirsiyek li cem pêkhateyên deverê peyda kiriye û dibejin ew naxwazin ezmûna dagîrkeriyê û koçberiyî dubare bibe.

Navenda Ferat ya Lekolînê eskere dike ku egera pêkanîna oparasyoneke leşkerî ji hêla Tirkiyê ve ne dûr e, nemaze ku beriya niha gefên Erdogan li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê pêk hatine, lê di heman demê de biryara Erdogan giredayî ye bi helwestên navdewletî û herwiha encamên hilbijartinên Amerîkayê ye.

Di 9ê Cotmeha sala 2019an de, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê oparasyonek li Serê Kaniyê û Girê Sipî pêk anî û di encamê de herdu bajar hatin dagirkirin û zêdeyî 300 hezar kes koçber bûn.

Tevî ku bi rêkeftinekê di navbera Tirkiye û Amerîka de, şere li diji Rojava hate rawestandin û Hêzên Sûriya Demoqrat 32 km ji sînor vekşiyan, lê Serokomarê Tirkiyê dibêje, rêkeftin pêk nehatiye û ewê oprasyonekê pêk bîne.