Meha borî 7 Kurd li Îranê hatin bidarvekirin

Meha borî 7 welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Meha borî 7 welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine bidarvekirin.

Malpera mafên mirovan a Hengawê ragihandiye; meha borî 7 welatiyên Kurd li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.

Li gor agahiyan, 6 kes ji wan bi tohmeta kuştinê û yek jî bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Li gor amarên Hengawê, 4 kes ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, xelkê parêzgeha Urmiyê bûne, 2 kes xelkê Loristanê û kesek jî xelkê Kirmaşanê bûye.