Çima PKK şer difiroşe dezgehên rewa yên Herêma Kurdistanê?

Hebûna çekdarên PKKê li kûrahiya axa Kurdistanê, bûye sedem nearamiyê li deverên sînorî û bi sedan gund li wê deverê vala bûne. Ev ji bilî vêketina agirê şerekî ku ti pêwendiya wê bi herêma Kurdistanê re nîne.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Hebûna çekdarên PKKê li kûrahiya axa Kurdistanê, bûye sedem nearamiyê li deverên sînorî û bi sedan gund li wê deverê vala bûne. Ev ji bilî anîna agirê şerekî ku ti pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê re nîne.

Berî demekê, PKK boriya petrola Herêma Kurdistanê teqand ku ev li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye. Piştre jî berpirsaneya xwe di ber teqandina borîya petrolê de ragihand.

Welatiyên deverên sînorî gelek caran dilgiraniya xwe li hember hebûna wê hêzê nîşan dan. Di demekê de ku ti peywenda wê hêzê bi Herêma Kurdistanê ve nîne û bi xwesepandin çendîn dever dagîr kirine û li dijî hikûmeta rewa ya Herêma Kurdistanê ne. Ew hikumê li wan deveran dikin ku ew dever ên Herêma Kurdistanê ne.

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku tiştê PKK dike, bi ti awayî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê de nine. Pêwîst e jî aliyên di hikûmetê de beşdar in, helwestekê di berevanîkirina hikûmetê û dezgehên rewa yên Herêmê de nîşan bidin.