Rêveberê Nahiya Çemankê: Ji ber PKKê zêdetir ji 40 gundî vala bûne

Rêvebirê Nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve behsa êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge dike û radigihîne, ji ber hebûna PKKê, bêtirî 40 gundên sînorê bajarokê Çemankê vala bûne.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve behsa êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge dike û radigihîne, ji ber hebûna PKKê, bêtirî 40 gundên sînorê bajarokê Çemankê vala bûne.

Rêveberê navçeya Çemankê Elend Emîr di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê êrîşa PKKê ya li ser hêzên Pêşmerge de wiha got: "Dema hêzên Pêşmerge hatin sengerên xwe li wê deverê, bombeyek bi karwana otomobîlên Pêşmergeyan ve teqiya. Hevdem jî çekdarên PKKê gule bi ser de barandin, Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûn"

Destnîşan kir jî: "Ji ber wê bûyerê, tirs û xof di nava şêniyên wê deverê de dirust bû."

Rêveberê Nahiya Çemankê aşkere kir: "Hebûna çekdarên PKK'ê li wê deverê, bûye sedem ku heta niha zêdetirî 40 gundên sînorê Çemankê vala bibin, ji ber ku ew gund ji aliyê Tirkiyê ve tên topbarankirin.”