Hikûmeta Iraqê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge şermezar dike

Hikûmeta Îraqê êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge li ser sînorê Duhokê şermezar dike û wê weke êrişeke li ser serweriya welat dibîne û dê tedbîrên pêwîst li dijî wan bigre.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Îraqê êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge li ser sînorê Duhokê şermezar dike û wê weke êrişeke li ser serweriya welat dibîne û dê tedbîrên pêwîst li dijî wan bigre.

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê îro daxuyaniyek derbarê êrîşa duhî ya PKKê li ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li parêzgeha Duhokê weşand.

Çekdarên PKKê duhî TNT danîn bi karwaneke Pêşmergeyên Parastina Jîngehê li ser riya nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê teqand.

Piştî teqîna TNT di navbera hêza pêşmerge û çekdarên PKKê de şer rû da. Bi giştî di encama teqîn û rûbirûbûnê de Pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya hat Ofîsa Serokwezîriya Iraqê de hat: “Hikûmeta Iraqê êrişa ser Pêşmerge ji alîyê çekdarên PKK ve li parêzgeha Duhokê hatiye kirin û di encam de hejmarek Pêşmerge şehîd kuştin û birîndar bûn, şermezar dike.”

Li gor daxuyaniyê: “Hikûmeta Iraqê tekeziyê li ser wê çendê dike, ew êrîşa ku di nava Iraqê de hatiye kirin bi tundî red dike û wê êrişê, bi êrîşa li ser serwerîya Iraqê dibîne. Her wiha dê hemû rêkaran bigire bi xwe, destdirêjiyên li ewlehî û serweriya welat tê kirin, bên sînordarkirin.”