Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1195 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1195 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1195 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 433 kes li Hewlêrê, 206 kes li Silêmaniyê, 60 kes li Germiyanê, 16 kes li Raperînê, 451 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 23 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Raperînê, 9 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 552 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 81608

Mirin: 2583

Başbûn:51250

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.