Ji aliyên siyasî tê xwestin ku li dijî kiryarên PKKê helwest nîşan bidin

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roj li pey roj siyaseta şerfiroşî û têkdana rewşa ewlehî û vekişandina Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê bi plana welatên li dijî Herêma Kurdistanê cîbicî dike

Silêmanî (K24) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roj li pey roj siyaseta şerfiroşî û têkdana rewşa ewlehî û vekişandina Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê bi plana welatên li dijî Herêma Kurdistanê cîbicî dike. Ji bilî teqandina boriya petrolê, êrîş dike ser hêzên Pêşmerge û wan şehîd dike. Çavdêrên siyasî dibêjin; divê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî hêzên Kurdî ji niyeta PKKê fêm bikin û bi yekhelwestî rûbirûyî planên PKKê bibin.

Hebûna çekdarên PKKê li kûrahiya axa Kurdistanê, bûye sedema ne aramî li deverên sînorî û bi sedan gund jî heta niha hatine valakirin. Ev ji bilî pêxistina agirê şerekî ku ti peywendiya wê bi Herêma Kurdistanê ve tine û di kiryarên xwe yên herî dawî de êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge. Beşek ji çavdêrên siyasî radigihînin; erkê hemû aliyan e ku berevanî li rewatiya hikûmet û saziyên yasayî yên Herêma Kurdistanê bikin, bi yekdengî û bi yekhelwestî ji PKKê re bibêjin; kerem kin qada xebata we diyar e li ku derê ye û biçin li wir xebata xwe ya siyasî û çekdarî bikin.

Herwiha çavdêrên siyasî dibêjin; PKK amûra di destê dijminên Kurdistanê de ye û ji bo rêgirtina pêşveçûna Kurdistanê çi bi wan were kirin, pêk anîne, ligel destpêka êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge û alozkirina sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, çavdêrên siyasî pêwîst dibînin ku şer û alozî çênebe, divê PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigre û hincet nede destê Tirkiyê ku êrîş bike.

Çend roj in berpirsên PKKê gefa destpêkirina şer li dijî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê dixwin, li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdî, çekdarên PKKê êrîşî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kirin û pêşmergeyek şehîd bû û çend pêşmerge jî birîndar bûn.