Tifaqa Kurdistanî: Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin

Tifaqa Kurdistanî ya ku li bakurê Kurdistanê bo hilbijartinan di bin banê HDPê de pêk hatibû, derbarê êrîşên PKKê yên li başûrê Kurdistanê de bang kir.

Diyarbekir (K24) - Tifaqa Kurdistanî ya ku li bakurê Kurdistanê bo hilbijartinan di bin banê HDPê de pêk hatibû, derbarê êrîşên PKKê yên li başûrê Kurdistanê de bang kir ku divê hemû aliyên Kurd pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Piştî ku PKKê êrîş kir ser hêz û saziyên Herêma Kurdistanê, ev yek rastî nerazîbûnê hat û di vê çarçoveyê de Tifaqa Kurdistanî bang kir ku divê Kurd pirsgirêkên nav xwe de bi rêya diyalogê çareser bikin.

Tifaqa Kurdistanî ya ku beriya hilbijartinan di bin banê HDPê de pêk hatibû balê dikêşe ser destkeftiyên Kurdan ên ku bi bedêlên giran hatine bidestxistin ji aliyê hemû rêxistin û partiyên Kurdan ve werin parastin.

Tifaq dibêje; gelê Kurd, bi sed salan e li ser erdnigeriya xwe bi dehan car,bi qetliam û koçberiyan rû bi rû maye, bedêlên gelek giran daye û tevî van bedêlên giran jî, dev ji tekoşîna bidestxistina mafê xwe yên netewî bernedaye, ji bo Herêma Kurdistana Federe serxwebûn, ji bo xweseriya Rojava jî bidestxistina statuyek fermî tekoşîna xwe didomîne.

Tifaq dibêje sedema nakokiyên nava Kurdan dewletên dagirker in û provakasyonê dikin. Tifaq balê dikêşe ku Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke girîng e û di qada navneteweyî de jî rewa ye.

Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî wiha ye:

Gelê Kurd, bi sed salane li ser erdnigeriya xwe bi dehan car, bi qetliam û koçberiyan rû bi rû maye, bedêlên gelek giran daye û tevî van bedêlên giran jî, dev ji tekoşîna bidestxistina mafê xwe yên netewî bernedaye, jibo Herêma Kurdistana federe serxwebûn, jibo xweseriya Rojava jî bidestxistina statuyek fermî tekoşîna xwe didomîne.

Di pêvajoya tekoşîna Azadî û sexwebûna netewa Kurd de, em bi xemgînî û bi şik dibînin ku hinek welatên dagirker, bi hewldanên provakatîf  nakokiyên navbera partiyên Kurdan kûrtir dikin û dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Pêvajoya tekoşîna azadî û serxwebûna netewa Kurd, di astek hessas de dibihore û ev rewş xwedî hinek fersendin jî. Ger ji pêla bikaranîna fersenda, kûrkirina nakokîyan bê domandin û bibe sedema pevçûnan, ev rewş wê bi gelê Kurd jî, bi siyaseta Kurd jî bide wundakirin. 

Di serî de divê partiyên Kurd, di warê mudaxileyên provakatîf de baldar bin, bi  hewldanek berpirsiyariyên xwe yên dîrokî, rêbaza parastina berjewendiyên netewî de karibin li gel hev tevbigerin, banga me ew e ku rê li ber pevçûneke nava Kurda bê girtin, lewra şerê di nevbera Kurdan de, doh jî ne di berjewendiya kurdan de bû û îro jî ewê ne di berjewendiyên Kurda de be, tenê dê bi kêrî dagirkerê kurda bê.

Gelê Kurd giraniya xisara birakujiyê, birînên birakujiyê, tedawî ya birînên civakî yên birkujiyê çi ye baş dizane, xisarên birînên brakujiyê ji bîra gelê Kurd neçûye hê jî bi êş û jana wan birînan dijî.

Tevî van ceribandinan, mafê partiyên Kurd tun ne ku bi travmayek nû, destkeftiyan ne têxin xeterê û ne jî bibin sedemê wundakirina destkeftiyên ku bi bedêlê giran hatine bidestxistin.

Ji bo partiyên Kurdan mecbûriyete ku di serî de, Reveberiya Herêma Kurdistanê ku ji bo Kurdan destkeftinek dîrokî û xwedî meşrûiyetek navnetewî ye, destkeftinên Kurdan li ku dibe bila bibe di hewldana parastin û geşedanê de bin.

Roj, roja yekîtîya netewî, parastin û geşedana destkeftinan e.

Ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Kurda teqez diyalog divê, ji ber van sedema; em bang dikin ku teqez, divê pirsgirêkan bi destpêka diyalog a rêya çareseriyê bibînin û çareser bikin.

06.11.2020

Xebata Tifaqa Kurdistanî

DBP               (Demokratik Bölgeler Pertisi)

KKP               (Kürdistan Komünist Partisi)

PA                  (Partiya Azadî)

PİA                 (Partiya Însan û Azadî)

PDK-T            (Partiya Demokrata Kurdistanê Tırkiya)

DDKD            (Devrimci Demokratik Kürt Derneği)

HDP              (Halkların Demokratik Partisi)