Wêneyê Îstgeha Valagehê ya Navnetewî tam li pêş roj û hîvê hat girtin

Wêneyên Îstgehê li ser Instagramê belav kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Gava Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî di heman demî de hat pêş roj û hîvê ji aliyê wênegirê Amerîkî Andrew McCarthy ve ew dîmenê taybet hat tomarkirin.

Wênegir McCarthy çend rojan pey hev wêneyan digre. Bi vî rengî dema tam Îstgeh hat pêş roj û hîvê çend wêne hatin tomarkirin.

Wêneyên xwe li ser Instagramê belav kirin.

Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî 563,2704 kîlometreyan ji cîhanê dûr e. Leza wê di yek demjimêrê de 27 358,848 kilometre ye. Her 90 deqîqeyan de carekê li dor cîhanê dizivire.

Wêne:  Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî
Wêne: Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî