James Jeffrey dest ji karê xwe vedikişîne

Şandeya Amerîkayê ya Taybet ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey dest ji karê xwe vedikişîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyê Amerîkayê ya Taybet ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey dest ji karê xwe vedikişîne.

Rojnameya “Şerq El-Ewset” belav kir, Şandeyê Amerîkayê ya Taybet ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey pêwendî bi hevpostên xwe yên Ewropayê, rayedarên ereb û opozîsyona Sûriyê re kir û destvekişandina xwe ji kar ji wan re ragihandiye.

Li gorî rojnameyê, Jeffrey tekezî li ser berdewamiya siyaseta Amerîkayê de kiriye, çi eger Donald Trump yan Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîka de bi ser bikeve.

Rojnameyê diyar kir jî, biryar e di vê demê de cîgirê wî Joel Rayburn cihê wî bigire ku bi wî re di piraniya hevdîtinên wî de amade bûbû.

Jeffrey wiha got: "Heger kî di hilbijatrtinan de bi ser bikeve, Biden yan Trump, ez dikarim di derbarê hebûna me ya li Sûriyê de bêjim ew e, ez tu guhertinekê di hebûna hêzên me, di siyaseta cezayên me de nabînim. herwiha ez tu guhertinekê di daxwaza me ya derketina Îranê ji Sûriyê de jî nabînim.”

James Jeffrey roja 20ê Îlona borî bi serokatiya şandeke serbazî serdana rojavayê Kurdistanê kiribû û bi berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re civiyabû.

Ji dema ku Jeffrey dest bi kar kir, alîkariya siyaseta Amerîkî ya li dijî Sûriyê kir wek: Hebûna hêza leşkerî ya Amerîka li Sûriye û rojavayê Kurdistanê ji bo gerentîkirina têkçûna DAIŞ'ê, piştgiriya diyaloga kurdî-kurdî û berdewamkirina cezayên aborî bi riya Yasaya Sîzer û yasayên din.

Herwiha James Jeffrey pêwendî bi welatên erebî û Ewropî re kir, ji bo pêwendiyan bi Şamê dirust nekin. Piştevaniya Tirkiyê li bakurê Sûriyê kir û piştevaniya êrîşên Îsraîlê li ser pêgehên Îranê li Sûriyê kir.

Li gor pêgeha “Syria Direct” jî Jeffrey gotiye: "Me di Yasaya Sîzer û yasayên din de ceza li ser 75 kesan daniye. Dê cezayên din jî li ser kesên ji Beşar Esed ve nêzîk in hebe.

Ev gava Jamse Jeffrey di demekê de ye, berî çend rojan ragihandibû, “Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) rêxistineke terorê ye û divê ji Sûriyê derkeve.”

Jeffrey gotibû, hebûna PKKê sedemeke sereke ya aloziyên Sûriyê yên li gel Tirkiyê li ser sînor e û ew dixwazin wan aloziyan kêm bikin.

James Jeffrey di navîna sala 2018an de postê Şandeya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarê Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ji Bret MacGurk wergirtibû.