Li Dêrikê hişyarî ji karesateke mirovî tê dayîn

Li Dêrikê hemû bazar û sazî hatine girtin û tenê nexweşxane ji bo pêşwaziya halatên nexxweşiyê vekirî mane.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Kerentînkirin û qedexeya derketina derve li bajarê Dêrikê birêve diçe. Hemû bazar û sazî hatine girtin û tenê nexweşxane ji bo pêşwaziya halatên nexxweşiyê vekirî mane.

ji ber zêdebûna pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) li bajarê Dêrikê, Şaneya Krîzê ya ser bi Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve li Dêrikê ragihand û ji roja 6ê vê mehê ve ketiye ware bicihkirinê.

Li gor qedexeyê, tevahiya dibistan, mizgeft, dêr, yarîgeh û hemû bazaran li xwe digre, ji bilî dikanên firotina sewze û kelûpelên xwarinê yên li taxan û ew jî heta demjimêr 13:00ê rojê dikarin vekirî bin.

Rêveberê Neweşxaneya Niştimanî ya Dêrikê D. Alan Ehmed dibêje, rewşa tenderustî ne alîkar e û eger hejmar pêketiyên Koronayê zêdetir bibe, dê karesatek rû bide.

Dr. Alan Ehmed diyar dike, ji ber kêmbûna alav û amûreyên bijîşkî û bi taybet alavên henasedanê, bi rêjeya 20 ji sedî ji pêketiyên Koronayê li bajarê Dêrik û gundên wê canê xwe ji dest didin.