Ruhanî: Şansê Amerîkayê heye ji şaşîtiyên xwe vegere

Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî piştî serketina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîka de diyar kir, şansê rêveberiya Amerîka ya bê heye ku 'şaşitiyên xwe yên berê qerebû bike'.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî piştî serketina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîka de diyar kir, şansê rêveberiya Amerîka ya bê heye ku 'şaşîtiyên xwe yên berê qerebû bike'.

Ruhanî di daxuyaniya ku li malpera xwe ya fermî weşandiye de dibêje: "Niha şansek e ku rêveberiya Amerîkayê şaşîtiyên xwe yên berê sererast bike bike û vegere lihevkirinên navdewletî."

Serokê Amerîka Donald Trump yê di hilbijartina 2020'an de li hemberî namzetê Demokratan Joe Biden winda kiriye, piştî ku di sala 2018an de ji peymana atomî ya navbera Îran û 5 welatan vekişiya, li dijî Îranê 'polîtîkaya fişara herî giran' peyrew kir.

Beşek ji wan cezayên îranê ku rêveberiya Trump li ser wê sepandiye, astengkirina sektora petrola Îranê û têkiliyên wê yên bankê ne.

Ruhanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: "Siyaseta şaş û bi ziyan a rêveberiya Amerîkayê ya sê salên dawî, aliyê hemû gelên cîhanê ve hat şermezarkirin. Herwiha gelê Amerîkayê jî di hilbijartina dawî dijayetiya xwe jê re nîşan da.

Ji aliyekî din ve, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî îro ragihand, encamên hilbijartinên Amerîka dê "ti bandor" li ser siyaseta Îranê ya li hember Waşingtonê nake.

Joe Biden di dema kampanya xwe ya hilbijartinê de diyar kir, ew ê dest bi rêyeke "maqûl" bike ji bo dîplomasiyetê bi Îranê re vegerîne. Destnîşan kir jî, dibe ku li peymana atomî jî vegerin ku di dema ew Cîgirê Serok Obama bû hat îmzekirin.