Nivîskarek 50 hezar “Gotinên Pêşiyan” kom dike

Nivîskar Mehmet Oncu bi berhevanîna 50 hezar “Gotinên Pêşiyan” seta 'gotinên pêşiyan' li wêje û çanda Kurdî zêde kir.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Nivîskarê lêkolîner Mehmet Oncu bi berhevanîna 50 hezar “Gotinên Pêşiyan” seta 'gotinên pêşiyan' li wêje û çanda Kurdî zêde kir. Seta gotinên pêşiyan di encama ked û xebateke dûv dirêj û zehmet de, wek ji 4 pirtûkan pêk hatî, ji weşanxaneya Sîtavê hat weşandin.

Mezintirîn seta gotinên pêşiyan ku ji aliyê nivîskarê Kurd Mehmet Oncu ve hatiye amade kirin, hat weşandin û ji aliyê raya giştî ve jî piştgiriyeke baş dît. Seta gotinên pêşiyan ji 235 sernivîs û 4 hezar û 876 rûpelan pêk tê.

Weşanger Qahir Bateyî balê kişand ku bi qasî temenekî sal ked li ser amadekirina gotinên pêşiyan hatiye xerc kirin.

Nivîskar û Weşanger Qahir Bateyî di vê derbarê de ji K24ê re got: "Li vê berhemê xwedî der bikevin. Bila di malên me de ev xezîne hebe. Xezîne ne tenê pare û zêr e. Xezîneya me zimanê me ye, çand, folklor û wêjeya me ye. ev xebat jî xezîneyeke folklora Kurdî ye."

Nivîskarê berhema Kurdî, gotinên pêşiyan Mehmet Oncu kêfxweşitya xwe anî ziman ku wî kariye berhemekî wiha girîng ku kedeke mezin dayê bike xizmeta gelê xwe.

Nivîskar û weşangerê Kurd Qahir Bateyî jî bang û daxwaz li rewşembîr û xwînerên Kurd kir ku li berhemên xwe xwedî der bikevin da ku berhemdayîn berdewam be.

Qahir Bateyî diyar kir: "Ev xebat xebateke gelekî berfih e. Xebata 33 sala ye. Ev cara yekem e ku xebeteke wiha berfireh di vî warî de tê amadee kirin. Ev xebat ji aliye Mamoste Mehmet Oncu ve hatiye amade kirin. xebateke ku temenekî di berda hatiye dayîn e. Di berhemê de, li gel gotinên pêşiyan ji 2 hezarî zêdetir jî çîrokên gotinên pêşiyan jî cîh digrin."

Nivîskar û weşangerên Kurd radigihînin ku ew di weşandana berhemên Kurdî de gelek astengî zehemtiyan dikşînin. Bi taybet gelek caran ji ber aboriyê nikarin berheman biweşînin.