Wênegirê dêrîn Mihemed Elyas Riwandezî koça dawiyê kir

Wênegir û arşîvanê dêrîn mamoste Mihemed Elyas Riwandezî di temenê 90 salî de li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênegir û arşîvanê dêrîn mamoste Mihemed Elyas Riwandezî di temenê 90 salî de li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.

Mamoste Mihemed ji destpêka temenê xwe ve dest bi karê wênegiriyê kiriye û arşîvekî mezin a perwerdehiyê parastiye, heta dema muzexaneya perwerdeyê li bajarê Hewlêrê hat damezirandi, arşîvê xwe pêşkêşî muzexaneyê kir.

Mamoste Mihemed Elyas Riwandizî di sala 1934'an de li Riwandizê ji dayik bûye. Derçûyê Xaneya Mamosteyan a serdema Paşayetiyê ye.

Ji destpêka salên pêncî yên sedsala borî ve, dest bi girtina wêneyan kiriye û arşîvekî mezin ji qezaya Riwandiz û Balekayetî re kom kiriye.

Mamoste Mihemed Elyas Riwandizî li çendîn dibistanên Riwandiz, derdora wê û Hewlêrê mamoste bû.

Bi boneya Roja Cîhanî ya Wêneyên Reş ûş Sipî, Mamoste Mihemed Elyas Riwandizî roja 12.12.2019an yekem pêşangeha xwe taybet li Muzexaneya û Arşîva Perwerdeyê ya Hewlêrê vekir. Tê de wêneyên ji salên 1945 ta 1990î nîşan dan.