Kerem Gerdenzerî bi mûzîka Rockê xweşî û nexweşiyên kurdan distire

Hunermend Kerem Gerdenzerî yekem kurd e bi awayê Rockê stranên Kurdî pêşkêş dike.
kurdistan24.net

Gurcistan (K24) – Hunermend Kerem Gerdenzerî ku yekem kurd e bi awayê Rockê mûzîk û stranên Kurdî pêşkêş dike, bi rêya vê hunerê bûyerên xweş û nexweş ên gelê Kurd distire.

 

Hunermendê kurd Kerem Gerdenzerî dibêje, wî di 12 saliya xwe de dest bi jenîna gîtarê kir û di destpêka salên heftêyî de ew û sê xortên din li Teblisê komeke netewî ava kirin. Bi gotina helbestên helbestvanên navdarên kurdan, hunera Rock a Kurd dewlemendtir kir.

Hunermend Kerem Gerdenzerî ji K24ê re diyar kir, "Di sala 1970'î de me gelek ji muzîka Rockê hez dikir, lewma em çar kes li hev kom bûn û me koma Rocka Kurdî ava kir. Me xebat kir û stran çêdikirin."

Kerem Gerdenzerî wek efsaneya hunera Rock a kurd tê hejmartin, niha mijûlî festîvaleke nû û amadekariyên hin konseran dike.

Kerem Gerdenzerî 6.3.1952an li Tibîlîsê paytexta Gurcistanê ji dayik bûye ew yekem kurd e ku hewl dide bi rêya mûzîka Rockê êş û azar û bûyerên xwe ên Kurdistanê ji bo Cîhan veguhêze.

Hunermend di sala 1988an de dahata albûma "Bayê Payîzê" pêşkêşî qurbaniyên kîmyebarana Helebceyê kir

Hunermendê kurd Kerem Gerdenzerî heta niha şeş albûm weşandine ku piraniya wan ji bo yekîtiya kurdan û Kurdistaneke serbixwe ne. Diyar dike jî, ew amadekariya berhemên nû jî dike.