Li Îranê di rojekê de 458 kes bi koronayê mirin

Li Îranê ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid–19) di 24 demjimêran de 458 kesan jiyana xwe ji dest dan .

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îranê ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid–19) di 24 demjimêran de 458 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane gihişt 38 hezar û 749 kesan. Ev rêje li Îranê wek asta herî bilind a heta niha hatiye tomarkirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Larî bi daxuyaniyekê ragihand; di 24 demjimêran de 458 kesên pêketî jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 463 kes bi vê vîrûsê ketine.

Sîma Sadat Larî diyar kir ku bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 38 hezar û 749 kesan û hejmara kesên heta niha li Îranê bi vîrûsa koronayê ketine gihiştiye 692 hezar û 949 kesan.

Li gor heman daxuyaniyê heta niha 525 hezar û 641 pêketiyên vîrûsa koronayê jî baş bûne.