Îstîfaya Berat Albayrak hat qebûlkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza îstîfayê ya Wezîrê Gencîne û Aboriyê Berat Albayrak pesend kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza îstîfayê ya Wezîrê Gencîne û Aboriyê û di heman demê de zavayê xwe Berat Albayrak pesend kir.

Beriya bi demekê Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê biryara destjikarberdanê ya Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak de daxuyaniyek da û eşkere kir ku ew daxwaza wî ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye qebûlkirin.

Duh êvarê Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak ku di heman demê de zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan e, li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Instagramê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de eşkere kir wî dest ji erkê xwe berdaye.

Ev yek di demekê de ye qeyraneke aborî li Tirkiyê serî hildaye û nirxê lîreyê Tirkiyê beramber dolarê Amerîkî gelekî kêm bûye.

Destjikarberdana Berat Albayrak bûye rojev li seranserî Tirkiyê û opozîsyona Tirkiyê rexneyên mezin li desthilata Tirkiyê dikin.