Tirkiye beşek ji dîwarê li hemberî Dirbêsiyê radike

Artêşa Tikriyê beşek ji dîwarê li hemberî bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê radike û xalên nû yên serbazî ava dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tikriyê beşek ji dîwarê li hemberî bajarê Dirbêsiyêrojavayê Kurdistanê radike û xalên nû yên serbazî ava dike.

Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo da zanîn, artêşa Tirkiyê xalên nû li ser sînorê rojavayê Kurdistanê li beramber bajarokê Dirbêsiyê ava dike. Herwiha beşek ji dîwarê li ser sînor li bermaber gundê Çetelê li heman deverê rakiriye.

Peyamnêrê me got jî, Artêşa Tirkiyê sengerên axê jî dirust kirine û bi şevê tevgera hêzên Tirkî li nêzîkî sînor zêde bûye.

Ev tevgera Tirkiyê li ser sînor di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku li ser erdê tiştên ku ew dixwazin pêk nehatine, ji ber vê yekê gefa operasyonê li hember rojavayê Kurdistanê dixwe.