Li Iraqê 3 hezar û 577 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 52 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 577 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 2 hezar û 432 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 10ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 505 hezar û 310 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 11 hezar û 432 kesan canê xwe ji dest dane.