Mamoyî: Mala Êzidiyan a li Krasnodar dê bibe cihê parastina çanda gelê me

Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê Mala Êzidiyan tê vekirin.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê Mala Êzidiyan tê vekirin. Endamê Rêveberiya Federasyona Kurdên Sovyeta Berê Memê Mamoyî li ser girîngiya vekirina Mala Êzidiyan ragihand: “Ew der dê cihê parastina çand û kultura gelê me be, parastina ola Êzidiyatiyê be, ku karibin bê şik, çi mezhebî hebin, her însanekî oldar, weke mala xwe bibîne.”

Memê Mamoyî ji bajarê Krasnodar ê Rûsyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser vekirina Mala Êzidiyan diyar kir: “Bi kar û xebateke demdirêj, bi alîkariya -rehma Xwedê lê be- Mîr Tehsîn Beg û Civata Rûhanî ya Êzidiyan, ewraqek hat îmzekirin 3 sal berê di sala 2017an de beriya referandumê, li vê derê li Krasnodarê ziyareteke Êzidiyan bi navê Êzidiyan bê avakirin. Ji ber ku ew mala Êzidiyan, ne mal, qube tê avakirin, ji bo yekîtî û yekrêziya miletê me û hemberî asîmîlasyon û kar û xebatên netewî ya piştgiriya gelê me, temamiya Kurdistanê bê kirin.”

Li ser girîngiya vekirina Mala Êzidiyan, Memê Mamoyî destnîşan kir: “Li herêma Krasnodarê, teze ziyareteke Êzidiyan li Rûsyayê bi temamî, ziyareteke wiha tê çêkirin. Li Ermeniya hatiye çêkirin, li Georgia hatiye çêkirin, lê li herêma Krasnodarê ya Rûsyaya Federal, ev cara yekemîn e pêngav tê avêtin. Berê ziyaretek wisa çêkiribûn, ne di vê dereceyê de, paşê ev derfeta quba wê, projeya wê em ê ji bo we bişînin, projeyeke gelek bedew e. Cihê parastina çand û kultura gelê me be, parastina ola Êzdiyatiyê be, ku karibin bê şik, çi mezhebî hebin, her însanekî oldar, weke mala xwe bibîne.”