Ferhad Mistefa tevî zehmetiyan di şêwekariyê de berdewan e

Şêwekarê Kobanî Ferhad Mistefa berhemên wî di tariyê de mane û ti giringî bi wî nehatiya dayîn.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) – Şêwekarê Kobanî Ferhad Mistefa ku 200 tablo xêz kirine, berhemên wî di tariyê de mane û ti giringî bi wî nehatiya dayîn. Ew tevî rewşa hejariyê, bi çêkirina peyker û xêzkirina tebloyan berdewam e.

Şêwekarê kobanî yê Ferhad Mistefa di mala xwe de dîroka Kobanê, şer, berxwedanî û bûyer û kesayetiyên kurdan bi rengên xwe di tabloyan de belge dike.

Ferhad Mistefa nêzîkî 25 salan dest bi hunera şêwekariyê kiriye, lê demeke dirêj bi awayekî dizî ji ber metirsiya ji desthilatên rêjîma Beis tabloyên xwe xêz dikirin. Heta niha jî dora 200 tablo û peyker çêkirine.

Ferhad ku temenê xwe 50 sal in, di ber karê çakirina alavên elktirîkê, berdewamiyê dide hunera xwe. Herwiha karî bi hunera xwe bigihe astekê ku di Paymangeha Kobanê de bibe mamosteyê şêwekariyê û bi dehan xwendekaran xwendin bide.

Ferhad tevî ku şêwekarî û pêkersazî ji bo xwe nekiriye an jî derfet ji bo wî nehatiye peydakirin ku bikare dahateke aborî jê werbigire, hin peyker û wêne ji bo peymangehê saz dike.

Ferhadê Kobanî bi hêvî ye di paşerojê de bikare mersemekê veke, tê de hem xêz bike, hem zarokan fêrî hunera şêwekariyê bike û hem jî tabloyên xwe tê de pêşan bide.