Herêma Kurdistanê û Endonezya pêşvebirina peywendiyên bazirganiyê gotûbêj dikin

Danûstandina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Endonezyayê de tê zêdekirin.

Hewlêr (K24) – Ji bo ku qebareya danûstandina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Endonezyayê de were zêdekirin, konferansa geşkirina aboriyê li Silêmaniyê bi rêya vîdeo-konferansê birêve çû.

Her çiqas belavbûna vîrûsa koronayê zirareke mezin daye aboriya temamê cîhanê û liv û tevgera bazirganî kêm bûye, lê berevajî vê, qebareya danûstandina bazirganî ya navbera Endonezya û Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Bazirganên Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dikin ku di serdema koronayê de bi milyonan dolar, danûstandina bazirganî ligel welatê Endonezyayê hatiye kirin.

Her sal konferansa aborî li welatê Endonezyayê ji bo bazirganan û rayedaran birêve diçe, da ku danûstandinên bazirganî were zêdetirkirin, lê îsal bi rêya vîdeo-konferansê bazirganên her du aliyan, nêrînên xwe yên xebatê parve kirin.

Serkonsolê Endonezyayê yê li Iraqê diyar kir ku hewl didin hejmarek kargeh bînin Kurdistanê, da ku ji aliyekî ve derfetên kar pêk bînin û ji aliyekî din ve jî berhemên xwe bi lêçûnên kêmtir, bixin bazarê.

Zêdetirî 30 bazirgan li sînorê Silêmaniyê, ligel welatê Endonezyayê karê bazirganî dikin û xurel û kelûpelên ku ji Endonezyayê hawirde dikin, li hemû deverên Iraqê dabeş dikin.